Kî Ne Em?

Azadbûyîna civakî dê bi hilweşandina têkiliyên desthilatdariyê ya pergala kapîtalîst, û di heman warî de bi têkoşîna li dijî têkiliyên tahakkumê yên ku di nav jiyana rojane de ji nû ve tên hilberandin, dê pêk bê.
Di vî warî de Hevgirtin bi giştî ligel ku li dijî pergalê tê dikoşe, têkoşîna li dijî têkiliyên tahakkumê ya di nav jiyana rojane de tê hilberandin jî, dide ber xwe. Pergal ne bi tenê hêzek e ku li navendekê kom bûye, yeksaniya hêzên hegemonîk e yên ku dora têkiliyên me yên civakî û takekesî jî digire û di nava van tiştan de ji nû ve tê hilberandin.
Hevgirtin, ligel ku li dijî kapîtalîzmê tê dikoşe, armanca wê ev e ku li dijî têkiliyên tahakkum û desthilatdariyê yên ku heta jîngehên me yên biçûk jî em duçarî wê dibin, pratîkên azadkirinê jî hilberîne.
Hevgirtin, li hemberî pergal û tahakkumê têkoşîna xwe bi têkoşîneke qadeke polîtîk a basît û hêsan bi sînor nake. Hevgirtin a ku ligel nirxên ekonomîk û civakî ya çepgiriyê, xwe dixe bin berpirsiyariyeke hebûnweriyê ya ji nirxên etîk, çandî û manewî pêk tê, hewl dide ku jiyanê “a niha”, “vê kêlîka niha de” veguherîne, şoreşê ne wekî armanc û bûyereke ku divê mirov xwe bigihîne wê, di heman katê de wekî veguherîna jiyana rojane jî fêm dike.
Hevgirtin a ku wekî rêxistina pirparêz a çalakgerên di qadan da tê dikoşin, li Bakurê Qibrisê dûrî hêz, rikberî, desthilatdarî û nirxên kevneşopî disekine, ji bo avakirina zemînekî têkoşînê ya çepgiriyê ya alternatîf, yekîtiya hêzên antîkapîtalîst diparêze.
Çawa ku têkoşîn li welatên cihê yên cîhanê derdikeve holê, li welatê me jî di warên cihê de xwe dide der. Têkoşîna kedê ya kedkaran; têkoşîna nasname û aştiyê ya kesên li Qibrisê dijîn; têkoşîn azadbûnê ya jin, LBGTÎ û kuiran; têkoşîna jiyanî ya hejar, koçber û penaberan; têkoşîna ekolojiyê ya xwezaya ku ketiye bin tahakkumê… Hevgirtin van hemû têkoşînan ji aliyekî ve dide ber pergala kapîtalîst û dema li ser zemînekî têkoşîna dijkapîtalîst tev digere, ji aliyê din ve jî li hemberî hemû cure têkiliyên tahakkumê, berxwedanê dide ber xwe.
Feraseta rêxistin û rêxistinbûnê ya Hevgirtinê li gorî fikarên etîk û siyasî teşeyekî digire. Têkoşîna li dijî teşeyên tahakkumê û desthilatdariya kapîtalîst, di heman katê de têkoşîneke li dijî nirxên pergalê yên hatine kodkirin e jî.
Ji ber vê jî, ev tiştên ku em li dijî wê ne, divê têkoşîna me, ne bi nirxên wê yên darizandinê û banekiyên wê, bi nirx û pratîkên ku cîhana em xeyal dikin û di jiyanê de em wê dixwazin be. Ji ber vê jî Hevgirtin, bi feraseta “rêxistineke ku em cîhaneke çawa dixwazin” rêxistinbûna xwe li ser nirxên berwar, ne burokratîk, pirparêz, beşdar, dûrî rikberiyê û li ser nirxên azadiyê ava dike.
Hevgirtin ne bi mantiqeke hîyerarşîk û bi darê zorê ya ji jêr ber bi jor ve yan jî ji jor ber bi jêr ve; ji jêr ber bi jêr ve berwariyan ava dike û teşe dide rêxistinbûyîna xwe. Li gorî Hevgirtinê ya ku li ser feraseteke çepgirî ya azadîparêziyê ye, têkiliyên tahakkumê wekî civakên beriya kapîtalîzmê, dikare di civakên piştî kapîtalîzmê de jî bi pêş ve biçe, balê dibe ser vî tiştî ku, dijberbûna tenê li hemberî kapîtalîzmê nayê wateya dijbûna tahakkumê; dijberbûna tenê li hemberî tahakkumê jî nayê wateya dijbûna kapîtalîzmê. Têkiliyên tahakkumê yên ekonomîk, siyasî û leşkerî red dike yên ku Dewleta Tirkiyeyê li Bakurê Qibrisê ava dike, li hemberî têkiliyên tahakkumê yên Tirkên Qibrisê yên beriya dagirkeriyê û dema dagirkeriyê dest pê kiriye û êdî bi rêkûpêk bûye, piştgiriyê dide her cure têkoşînan. Wekî hemû gelên ku li Qibrisê dijîn, li hemberî her cure tahakkuma ku ji derve tê, ji bo Qibriseke hevgirtî, bilindkirina hevgirtinê diparêze. Di vî warî de Hevgirtin, bala xwe dide têkoşînên li dijî; tahakkumên mirovan a li ser mirovan, tahakkuma mêran a li ser jinê, ya dewletê ya li ser civakê, ya dewlemendan a li ser hejaran, a civakê ya li ser xwezayê, a komeke etnîk a li ser komeke dîtir a etnîk, a hêzên mêtinger a li ser gelan, a burokrasiyê ya li ser takekesan, a kal û pîran a li ser ciwanan. Hevgirtin, li hemberî têkiliyên tahakkumê yên bi vî rengî, li ser vê fikrê ye ku bi riyên wekî xwerêvebirin, torên civakî yên herêmî û lokal têkoşîn dikare were kirin. Di serdemeke wisa de ya ku her roj talana ekolojîk, newekheviya zayendiya civakî, hejarî, têkiliyên desthilatdarî û tahakkumê ya hemû qadan a mêtingeriya kapîtalîst zêdetir û kûrtir dibe, tu meşrûbûna rêveberiya li Bakurê Qibrisê ya ku pişta xwe spartiye dagirkerî, bişaftin û aramiyeke qelp nemaye.
Tiştekî teqez heye ku siyaseta avaker a dahatûyê divê tevgereke wisa be ku li ser nirxên çepgiriyê bilind bibe. Di serdemeke wisa de ya ku li Bakurê Qibrisê hewl tê dayîn ku têkoşîneke hevgirtî û çepgiriyeke alternatîf were ava kirin û parçebûnek li dar e, armanca Hevgirtinê ev e ku ji bo avakirina zemînekî hevpar ê tekoşîna hevgirtî ya dijkapîtalîst, tevkariyeke mutevazî li têkoşînên civakî zêde bike. Li Bakurê Qibrisê û li Giravê gişî ji bo çepgiriya dijkapîtalîst mezin bibe û bi pêş ve biçe, divê çanda wê ya pirparêz û hevgirtinê xurt û belav bibe. Felsefeya giştî ya Hevgirtinê hevpar e! Ango “Her tiştên ku em parî hev dikin, ew tişt in ku ji bo guherîna cîhanê pêdiviya me bi wan heye!”

Ekolojî:
Bingeha krîzên ekolojîk, ji ber têkiliyên hilberîn û berxwarinê yên heyî ye. Hevgirtin, ligel ku têkoşîna ekolojiyê ya civakî bilind dike, têkiliya di navbera xweza û civakê jî dide ber pirsan û diparêze ku divê têkiliya ku di rengê desthilatdarî û mêtingeriyê de ye, ji nû ve were veguherîn û ji nû ve were ava kirin. Di vî warî de çareseriya krîza ekolojîk, veqetîna ji têkiliyên hilberîn û berxwarinê yên heyî jî li ser me ferz dike.

Femînîzm:
Tahakkuma mêrane, hemû amûr û alavên pergala hegemonîk û desthilatdariyê bi kar tîne û newekheviya li ser bingeha zayendiyê bi pêş ve dibe. Li hemberî hîyerarşî, otorîte, pêkutî û vederkirina di nav nasnameyên zayendiya civakî de, Hevgirtin li ser zemînê wekheviya zayendiya civakî tê dikoşe. Hevgirtin hay ji vê yekê heye ku, rolên zayendiya civakî ya ku pergala baviksalariyê ew afirandiye, li ser mêran jî tahakkumê dike. Di vî warî de Hevgirtin, bi rexneya cihgirtina bi awantaj a mêrbûna hegemonîk tê dikoşe; û dibêje ku, çawa ku jinbûneke din pêkan e, di heman katê de mêrbûneke din jî pêkan e.
Gelekî diyar e ku hejar, mazlûm û kêmîne mexdûrên têkiliyên tahakkumê ne. Ligel vî tiştî jin, Kuir û LBGTÎyên di nav girseyên civakî de yên ku duçarî cihêkarî û vederkirina li ser bingeha zayendiyê tên, du caran mexdûr dibin.
Têkoşîna femînîst; kapîtalîzm, di heman demê de wekî otorîte û mîlîtarîzmê di kîjan formasyonê de be jî, li hemberî tahakkuma mêrane di nava xwe de têkoşîna wekhevî û azadiyê vedihewîne.

Sosyalîzma Azadîparêz:
Li dijî tecrubeyên ‘sosyalîzma’ otorîter û burokratîk Hevgirtin, xwedîtiyê li feraseta sosyalîzma beşdariyê ji jêr ve, azadîparêz û dijotorîteriyê dike. Bi feraseta ku azadî tune be wekhevî, wekhevî tune be edalet jî tune, divê li ser rêgezên wekhevî, edalet û azadiyê yên sosyalîzmê ava bibe. Ji ber vê jî Hevgirtin, alîgirê sosyalîzmeke azadîparêz, ne mîlîtarîst û otorîter e ya ku sosyalîzmeke ji jêr ve tê, bi xwerêxistinkirin, pirparêzî, beşdarî û demokrasiya girseyan dê ava bibe.

Xwerêvebirin:
Li hemberî avadaniya rêxistinbûna netewe-dewletê ya ku xwe dispêre tahakkuma yekcure, burokratîk, çîn, nîjad û zayendî, azadiya civakan û xwerêveberiya gelan, dê bi rêxistinbûna jiyaneke civakî ya xwe dispêre rêgezên xwerêveberiyê pêk were. Pêre jî federalîzm û çanda federal jî divê wekî teşeyekî jiyanê were dîtin. Hegemonyaya burokratîk a ku otorîteya navendî li ser herêm/xwecihan pêk tîne, bi sazkirineke ku tu çînên civakî veder neke dê karibe were şikenandin. Armanca Hevgirtinê ev e ku, qadên mîkro yên jiyanê bi riya komîte û meclîsan were birêxistinkirin; bi modelên beşdar, pirparêz, wekhevîparêz, demokratîk û berwar ên ku dê ji herêman ber bi derveyî welatên belav bibe, ji bo avadaniyeke civakî ya azadîparêz tê dikoşe.

Dijkapîtalîzm:
Neolîberalîzma ku îro roj bûye teşe û naveroka kapîtalîzmê, bi kûrkirina newekhevî û bêedaletiyên çînî û zayendî re di warê ekonomiyê de, bi qelskirina nirxên civakî, takekesî û etîkî di warê çandê de; bi avakirina mekanîzmayên nû yên pêkutî û zordariyê di warê demokrasiyê de; bi lezkirina mêtingeriya li ser xwezayê di warê ekolojiyê de, gerstêrka me ber bi windabûnekê ve dibe. Ne bi tenê ji bo mirovayetiyê di heman demê de ji bo rizgariya gerstêrka me, him di warê herêmî û him jî di warê navneteweyî de divê têkoşîna dijkapîtalîzmê were parastin. Li hemberî hejarî û betaliyê ku roj bi roj zêde dibe, Hevgirtin têkiliyên ku xwe dispêrin sedeqe/xêrxwaziyê red dike, li hemberî ekonomiya kapîtalîst alîgirê parvekirina wekhev û bi edalet e, piştgiriya modelên ekonomîk yên ji karê zêdetir bala xwe didin hevpariyê (kooperatîf, pevguhertin) dike û dixwaze ku ev modelên hanê bi pêş ve biçin.
Fikra Hevgirtinê ev e ku, têkoşînên maf û azadiyê yên qadên cihê di heman katê de divê daxwazên wê yên dijkapîtalîst jî hebin, û diparêze ku têkoşînên li qadan divê di zemînekî têkoşînê yê dijkapîtalîst de kordînasyona wê were kirin.

Enternasyonalîzm:
Hevgirtin li hemberî neteweperestî, nîjadperestî, pederşahî û mîlîtarîzmê, vê rêgezê diparêze ku divê têkoşîna hevpar û hevgirtina enternasyonalîst a tevgerên civakî û çînên kedkar, karibe sînoran derbas bike û li hemberî kapîtalîzm û emperyalîzmê divê têkoşîn ne herêmî/xwecihî bin, di heman katê de bi têkoşînên hevpar mirov dikare bigihêje têkoşînê.

Aştî:
Aştî li welat, herêm û cîhana me wekî pêdiviyeke lezgîn li ber me ye. Hevgirtin, aştiya li Qibrisê ne wekî îmzeyên li plana çareseriyê fêm dike. Aştî, meseleyeke polîtîk, çînî û sosyolojîk e. Aştî dê bibe encama têkoşîna hevpar û encama hewldana rêgezên wekhevî û edaletê ya kesên li giravê dijîn. Aştiya li Qibrisê ji teksteke zagonî wêdetir divê pergaleke wisa temsîl bike ku çînên cihê yên civakê jî xwe tê de bibînin. Ji ber vê jî Hevgirtin, diparêze ku aştî divê ne di bin kontrola “serok/lîderan” de be, aştiya rastîn bi jiyîn û tecrubeyên têkoşînên hevpar dikare ava bibe.
Ji ber vê jî rûbirûna demên şer ên rabirdûyê, dê rê li ber ronîkirina êşên bi salan veke. Lê di rewşeke wisa de, li ser çandeke siyasî ya ku pişta xwe dispêre demokrasî û mafên mirovan, aştiyek dikare were ava kirin.
Aştî di heman demê de ne bi tenê di nava kesên li Qibrisê dijîn, diyardeyeke hebûnwarî ye ku divê mirov bi civakê, civak bi xwezayê û mirov xwe bi xwe biafirîne.

Antî-mîlîtarîzm:
Li hemberî mîlîtarîzma ku ji bo parastina pergala serdest a ku pêdiviya netewe-dewletan bi wê heye, pişta xwe dispêre stûxwarkirin û îtaetkirinê û yekcureparêz û texrîbatan dike; divê teşeyekî rêveberiyê were ava kirin a ku ne otorîter e û çanda dijminatiyê tê de cih nagire û pişta xwe dispêre rêgezên wekhevî, edalet û azadiyê. Di vî warî de Hevgirtin, di heman demê de hewldana pergala civakî ye ya ku tê de cîhaneke bêşîddet heye û şîddet tê de nayê ava kirin.
Bi vê mebestê Hevgirtin, alîgirê biratiya gelan, jiyan, xweza û aştiyê ye û li dijî dewleta ku xwe dispêre hêzê û xwediyê her cure pergala tahakkumê ye û ji ber domdariya vê pergala mêran li dijî fikra “ewlehîyê” derdikeve, li hemberî her cure amûra mîlîtarîst derdikeve yên ku bi bikaranîna şîddet, pêkutiyê tirsê ava dike û hewl didin ku kontrolê bixin destê xwe.